Partiyên siyasî û sendîkayên li 74 welatên cîhanê di 10′ê Cotmehê Pêngava “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ragihand.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) îro bi imzeya 27 saziyên sivîl ji rêveberiya vê pêngavê re nameyeke piştgiriyê şand.
Di nameyê de hat gotin:
“Yekitî, ode û saziyên civaka sivîl, nivîsgehên birêxistinkirina jin û ciwanan û tevahî aktîvîteyên çandî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin banê TEV-DEM`ê de kom dibin, têkoşîna we ya bi rûmet a ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan silav dikin. Rêber Ocalan, li cîhanê tekane girtî ye ku ji bo vîna gelan ji zêdetirî 25 salan ve di hucreya yek kesî de têdikoşe û li ber xwe dide.”
TEV-DEM’ê di nameyê de bal kişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û tecrîda girankirî û got:
“Rêber Abdullah Ocalan ji wexta dîl hatiye girtin ve, bi siyaseta îşkenceya derûnî û bedenî re rû bi rû ye û ev siyaset bi armanca têkbirina cewher û nirxên paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan û dûrxistina wî ji gelê Kurd û gelên azadîxwaz e têkiri.
Hat gotin:
Em teqez dikin ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan wê dawî li şerê Tirkiye-Kurdan bîne. Lewma çareseriya pirsgirêkên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêkan e.
Em bi hêvî ne ku ev têkoşîn bi tevlêbûna rêxistinên hiqûqî, saziyên sivîl, komeleyên mafên mirovan û navendên têkildarî girtiyên siyasî, firehtir bibe.”
Yekiti, rêxistin û odeyên îmzeya xwe avêtine binê nameyê ev in:
Yekitiya Kedkaran
Yekitiya Mamosteyan
Yekitiya Rewşenbîran
Yekitiya Parêzeran
Yekitiya Bijîşkan
Yekitiya Bijîşkên Diranan
Yekitiya Dermanfroşan
Yekitiya Cotkaran
Yekitiya Koperatîfên Cotkariyê
Yekitiya Hunermendan
Yekitiya Asnafan
Yekitiya Pîşeyên Tenduristiyê
Yekitiya Endezyaran
Yekitiya Bazirganên Avahiyan
Yekitiya Ajokeran
Odeya Bazirganiyê
Odeya Pîşesaziyê
Rêxistina Rojava
Mala Êzidiyan
Meclisa Civakî ya Ermen
Komeleya Çerkesî
Komeleya Turkmenî
Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM`ê
Nivîsgeha Ciwanan a TEV-DEM`ê
Komeleya Wênekêşan
Yekitiya Pîşeyên Serbest
Yekitiya Pîşeyên Destan ên Xwecih