Parlamentera HDPa berê Feleknas Ûca, ji ANFê re axivî û got;Tirkiye dixwaze li Bakur û Rojhilatê Sûriye car din çeteyên DAIŞ’ê bi ruh û can bike.
Ûca dazanîn ku, Tirkiyê piştî êrişa bombeyî ya di 13’ê Mijdara 2023’an, li Stembolê, Kolana Îstîklalê, planekî nû kire pratîkê û êrîşî herêma xweser dike. Êrişên hewayî yên li herêmê jî di destên hêzên koalîsyonê, Emerîka û Rusya de ne. Eger ev hêz destûrê nedin, Tirkiye nikare êrîşan bike. Xuya dike ku li hemberî Rojava konsepteke nû xistine devrê.
Ûca got; Welatên Ewropa û tevahiya cîhanê, li dijî êrişên Filistînê deng derxistin, Niha jî, li dijî êrîşên dijwar yên Îsraîlê dengê xwe derdixin. Hêvî ew e ku raya giştî ya cîhanê bi vijdan tevbigere û li dijî êrîşên dewleta Tirk yên li ser gelê Kurd jî dengê xwe bilind bike.
Balkêş de di şerê Îsraîl û Filîstînê de, herî zêde dewleta Tirk dengê xwe bilinde dike û weke hawariyê aştiyê tevdigere. Lê dewleta Tirkiyê, her roj, êrîşî gelê Kurd dike, zarok, kal û jinan dikuje, binesaziyên ciwarbûnê tuend ike. Li dijî ciwanên Kurd çekên kimyewî bikar tîne. Mixabin raya giştî ya cîhanê bêdeng e, ev dirutî ye.
Ûca harî dawî got; Divê em têkoşîna xwe ya li dijî vê faşîzmê bilind bikin. Divê em dîplomasiyek baş bikin. Îro li Rojava, li Başûr sûcên şer tên kirin, divê em van sucan teşhîr bikin.