Qonaxa dawî ya vê pêngava QSD’ê ku bi navê “Operasyona qedandina terorê” tê meşandin, 10’ê Îlonê dest pê kir. Çeteyên DAÎŞ’ê li çend cihên li ser sînorê Iraq û Sûriyeyê asê mane.
Operasyon li aliyê rojhilat ê Çemê Firatê tê kirin. Li vê derê bajarokên Hecîn, El Şafa, Sûsê û Bahûz hene. Hecîn cihê dawî ye ku di destê çeteyan de maye, lewma gelekî girîng e.
Ecac û bahoza tozê ku gelek caran li herêmê radibe, bandorê li pêşveçûna şervanên QSD’ê û desteka hewayî dike. Çete jî ji vê yekê sûdê werdigirin û hewl didin êrîş bikin.
Çend wêneyên ku ji aliyê nûçegihanên ANF’ê yên li herêmê hatin kişandin, şert û mercên giran ên şer radixin pêş çavan.