Endama Parlamentoya Katalanya Eulalîa Reguantg Cura, diyar kir ku tecrîd rewşek dijmirovî ye û li dijî îradeya aştiyê ye.
Raguantg Cura, yek ji kesayetên Ewropa ye ku tevlî Kongreya Partiya Çep a Kesk ku piştre weke Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan -HEDEP hate guhertin bûye ye û ji ajansa ANFê re axivî.
Raguantg Cura got; Em ji bo demokrasî û aştiyê têkoşînê dikin. Gelê Kurdjî ji bo mafên xwe û demokrasî berxwedanê dike. Desthilatdariya şerxwaz ya Tirkiyê, dixwaze partiya Kurdan HDP’ê bigire. Ev siyaset jî, ji siyaseta tecrîda li ser Rêber Ocalan cûda nîne. Tecrîd, li dijî mafê mirovan e û suc e. Divê di asta navneteweyî de, li dijî desthilatdariya Tirkiyê tevger werê xurt kirin.
Cura diyar kir ku, Tirkiye ji pergala li Rojava ditirse û got; Rêveberiya li Rojava pirr giring e û divê werê naskirin û bibe xwedî statu. Parlamentoya Katalanya rêveberiya Rojava nas kiriye. Mixabin hîna parlamentoyên li cihanê bêdeng in. Desthilatdariya Tirkiyê jî, ji vê helwesta Ewropa û cîhanê cesaretê digire û êrîşî Rojava dike.
Eulaila herî dawî got; Du pirsgirêkên bingehîn yên li Rojhilata Navîm hene, pirsgirêka Filîstîn û pirsgirêka Kurdan e. Divê ev pirsgirêk bi riya aştiyane werin çareser kirin. Divê werê fêhm kirin ku mafê gelê Kurd jî, mafê gelê Filîstînî jî heye ku ew bi xwe çarenusa xwe destnîşan bikin Ev xala sereke ya NY ye.