Ji ber zêdebûna zext û binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Amedê di rojekê de 8 xizmên girtiyan piştî binpêkirinên di dema hevdîtina vekirî de li IHD’ê gilî kirin.

Ji serlêderan Hanim Eleftos got ku di dema hevdîtina bi hevjînê xwe Xemgîn Eleftos de rastî zexta gardiyanan hatiye û got:

“Destûrê nadin ku em silavê bidin girtiyên din ên hatine cihê hevdîtinê û bal kişand ser binpêkirinên din: Girtî nikarin ji çalakiyên xwe yên çandî pêk bînin; Yên nexweş nayên tedawîkirin; bihayên tiştên li kantînê pir zêde ne.

Hanim destnîşan kir, kurê wê gotiye, ‘heke ev zext bi dawî nebin, ewê dest bi greva birçîbûnê bikin.’

Dayika girtiyê 10 salan Sabrî Yilmaz, Sabriye jî diyar kir ku kurê wê li zindanê bi gelek nexweşiyên giran ketiye û divê li derve were tedawîkirin.

Divê her mehê biçe nexweşxaneyê lê ji 3-4 mehan carekê dibin. Rapora wî heye ku divê 6 dermanan bi kar bîne lê tenê 4 dermanan didin. Ew derman jî di dema xwe de nayên dayîn.

Dayê Sabriye anî ziman ku di çûna hevdîtinê de lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin û zarok û xizmên wan ji hemû mafên girtiyan bêpar têne hiştin.

Mallbatên ku ji ber van kiryarên dijmirovî û binpêkirinên mafên mirovan serî li IHD’ê dane, xwestin girtiyên nexweş tavilê bêne berdan…