Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta diyar kir ku divê pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ tenê bi daxuyaniyan nemîne û got: “Pêngav divê bi rê û rêbazên cuda, nû û afirêner dewam bike.”
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta têkildarî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” ku 10 Cotmehê li 74 navendên welatên cîhanê starta wê hate dayîn.
Sozdar Avesta hemû kesên di vê kampanyayê de ked dane silav kirin û got:
Rêber Apo êdî ne tenê lîderê gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn e, êdî lîderekî gerdûnî ye. Ev gelekî girîng û bi wate ye. Bi vê kampanyayê divê êdî azadiya Rêber Apo teqez pêk were. Em vê yekê baş dibînin. Konfederalîzma demokratîk, yekîtiya gelan û neteweya demokratîk yekane çareserî ye ku dawî li pirsgirêka Kurd, pirsgirêkên cîhanê bîne û qirkirina jinan bi dawî bike.