2 sal berê Parlamentoya Katalonya di salvegera rizgarkirina bajarê Reqayê de ku DAIŞ`ê wekî paytexta “Xîlafetê” îlan kiribû (20`ê Cotmeha 2021`an), bi awayekî fermî statûya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas kir.

Bi vê re Katalonya bû welatê yekemîn ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas dike.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd û nûnerê Rêveberiya Xweser ê Ewropayê Ebdulkerîm Omer bi mûnasebeta 3`mîn salvegera naskirina statûya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivîn.

Hevserok Bedran Çiya Kurd anî ziman ku biryara Katalonyayê hişt ku deriyê siyasî û dîplomatîk li pêşiya Rêveberiya Xweser zêdetir vebe. Ev biryara Katalonyayê encama têkiliyên dîrokî yên navbera her du gelan de ye.

Gelek xalên me yên hevbeş hene, bi taybet di aliyê têkoşîna demokrasî, mirovahî û azadiyê de ev têkiliyên me pêş dikevin. Wê piştgiriya me jî ji bo doza gelê Katalonyayê berdewam bike.”

Nûner Ebdulkerîm Omer jî got: Piştî biryara Parlamentoya Katalonyayê serdanên me li Katalonyayê çêbûn û yên wan jî li herêmên me çêbûn.

Ebdulkerîm Omer, destnîşan kir ku piştî Katalonyayê hevdîtinên wan bi herêma Bask re çêbûye û naskirina statûya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nîqaşên Paramentoya Baskê jî de ye.