Hevserokê KODAR’ê Fuad Bêrîtan derbarê rewşa dawi ya Rojhilata Navîn de ji ANFê re axivî û destnîşan kir ku pêla serhildana tevgera şoreşger ya jin, jiyan, azadi, bi ciwan, karker, malnişîn û girtiyên siyasî dewam dike.

Ev tê wateya ku guherîna fikrî û çandî di civakê de çêbûye.

Divê civak hay ji aliyê metirsîdar yê rejîmê hebe. Opozîsyon divê pir bi kûrî hişyar be û aliyên demokratîk jî rojane bernameyên guncaw ji bo guherînên Îranê li darbixin. Em wek KODAR’ê , pir baldarî li ser vî alî radiwestin.

Fuad Bêrîtan destnîşan kir ku, rejîma Iranê rastiyê ji gelan vedişêre. di 12ê meha borî de nêzîkî 659 kesan dardekirine, bi hezar kes destgîrkirin û hinek ji wan hatine zîndanî kirin. Di aliyê aborî de rewşek pirr xerab heye, hêkarî zêde bûye. Ji bo vê jî pêwistî bi şoreşek mezin heye.

Fuad Bêrîtan got; Li gel rewşa xerab ya li nava Iranê, desthilatdariya Iranê, destdirêjiyan li welatên cîran dike. Bi komên çete, ji Filistînê heta bi Yemen, Lubnan, Sûriye û Îraqê destdirêjiyan dike. Şerê cîhanê yê 3mîn, li Rojhilata Navîn bi komên wekîl, ku wek taşaron têne binavkirin gihîştiye qonaxa şerê navbera dewletan. Li gel şerê Rusya û Ukrayna, şerê li Yemen, Sûriye, Kurdistan, Îsraîl û Filîstinê bi dijwarî dewam dikin.

Ev şer gelek cuda ne û metirsîdar in. Ji sala 1990’î ve Emerîka û Ewropa bi sîstema cîhanê ya nu mijul in. Ji bo vê jî, siyaseta Kurd û hêza parastina rewa ya gelê Kurd li Rojhilata Navîn gihiştiya qonaxa ku çarenûsa xwe bidest bixe. Bi taybetî li Tirkiyê divê, bi şerê şoreşgerî têkoşîn bê kirin. Divê hêza dewleta faşîst û mîlîtarîzne werê şikandin.