Hevserokê Kodarê Fuad Bêritan destnîşan kir ku di 10’ê Cotmehê de, bi navê “Azadî ji bo Ocalan û Çareseriya Siyasî ji bo Pirsgirêka Kurd” kampanyayek hate dest pê kirin.
Ev kampanya ku li ser asta cîhanê bi daxwaza azadî ji bo Rêber Apo û çareserî ji bo pirsgirêka Kurd bi rêya siyaset û demokrasiyê dest pê kiriye bandorek mezin kir.
Di kampanyayêde, ji gelan, alîgirên demokrasî, jîngehparêz, sazî, sendîka û rewşenbîr cih girtin. Ev giring e.
Bêguman li Îran û rojhilatê Kurdistanê jî gelek akademîsyen, rewşenbîr, jin û çalakvan hene ku azadîxwaz in û giraniya xwe di rêya aştî û azadiyê de bi kar tînin.
Rêber Apo afirînerê dirûşm û felsefeya jin, jiyan, azadî ye.
Ev diruşme, îro li hemû Îranê tê bikaranîn. Ji bo me jî, ji bo gelên Iranê û herêmê teva beşdarî vê kampanyayê bibe.
Eger rêzgirtin li azadî û jiyanê hebe, divê mirov beşdarî kampanyayê bibin.
Fuda Bêrtîan dazanîn ku civakên rojhilatê Kurdistanê û Îranê civakên rewşenbîr û pêşeng in.
Pêwîst e di vê kampanyayê de cih bigirin. Piştgirî û parastina li Rêber Apo piştgiriya li gelê Kurd e, piştgiriya li gelê Kurd jî piştgiriya li proseya azadiya gelên Îranê ye .
Ev kampanya heta ku azadiya Rêber Apo pêk werê, divê dewam bike.
25 sal e tecrîdeke tund li ser Rêber Apo heye û sîstema navneteweyî jî çavdêriya wê dike.
Ev sîstem tenê bi têkoşîna gelên Rojhilata Navîn û bi piştgiriya li gelê Kurd dikare bê şikandin.
Ji bo vê jî divê, jin, ciwan, rewşenbîr, karker, karmend, çalakvanên jîngehê, akademîsyen, çepgir û hêzên demokratîk yên Îranê piştgiriya vê kampanyayê bikin.
Baweriya me bi vê piştgirî û çalakiyê heye.