Medyaya dewleta Îranê ragihand ku Armîta Gerawend a Kurd ya 16 salî ku di 1’ê Cotmehê de li metroya Tehranê bi îdiaya binpêkirina cil û bergên îslamî rastî tundiya “polîsên exlaqî” hatibû, mirina mejiyê wê pêk hatiye.
Medyaya dewletê ragihand, “Tevî hewldanên personelên tenduristiyê, rewşa dawî ya tenduristiya Gerawend diyar dike ku mirina mejî hatiye piştrastkirin.”