Amedspor di hefteya dehemîn Lîga Duyem a di koma Sor de maluvaniya Isparta32 Spor kir.

Maç li Stadyûma Tahîr Elçî a li Amedê hat lîstin.

Alîgirên Amedsporê herikîn stadyûmê û piştgirî dan tîma xwe.

Di deqeya 27an de Isparta32 Spor bi gola Gokan Aslan şok bû.

Kelecana stadyûma Tahîr Elçî bi vê golê re derket lûtkeyê.

Amedspor bi vê golê re serweriya pêşbirkê bi destxist û gelek pozîsyonên golê pêşxist.

Ispartasporê jî hin caran li hember kaleya Amedsporê xwe ceriband lê defansa Amedsporê rê nedayê.

Dewra yekem bi serkeftina Amedsporê bi dawî bû.

Dewreya duyem dîsa bi moral û motîvasyona Amedsporê dest pê kir.

Di deqeya 50 yan de Isparta32Spor bi gola Caner Koca wekhevî bi dest xist.

Lê di deqeya 82an de Amerdspor firsenda penalitiyê bi destxist.

Ev penalti bi golê encam bû. Maç bi vê encamê, 2-1 bi serketina Amedsporê bi dawî bû.