Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê di salvegera şehadeta Berîtan (Gulnaz Karataş) a 25’ê cotmeha 1992’yan Bêrîtan û hemû şehîdên meha cotmehê bibîr anîn…
Her wiha Pînava ji bo azadiya Rêber Ocalan jî silav kir.
YJA-STAR’ê got:
Em Rêberê xwe yê nasnameya jina azad bi hurmet, hezkirin û hesreteke mezin silav dikin û sala 31’ê ya artêşbûna xwe weke nirxê azadiyê yê hevpar diyarî hemû jinên berxwedêr dikin.
Fermandariyê got:
“Bêrîtan li zinarên bedew ên bêhempa yên Xakurkê bedena xwe mîna bazekî li ber bê xist û nîşanî mêtingeran û nokerên herêmî da ku jinên Kurd ti carî teslîmiyetê qebûl nakin. Bi hezaran jin li ser şopa Bêrîtan li nava refên YJA Starê niha li ber xwe didin. Li Botanê Leyla Sorxwîn û Rojbîn Dersim, li Serhedê Hêjar Zozan, li Amedê Axîn Mûş, li Mêrdînê Gulbahar, Mercan û Destan Botan, li Garzanê Ardem Ararat, li Dersimê Arjîn Sarya, li Xakurkê Asya Kanîreş û hîn bi dehan mîna wan li dijî faşîzma ku teslîmiyet ferz dikir, bûn mîna Bêrîtan.
Her yek ji wan di sala 31’ê ya artêşbûna me ya jinê de dan ser şopa Bêrîtan. Bêrîtan dilê me ye ku lê dide, îradeya me ye ku şer dike, baskên me ye ku ber bi jiyanê ve difire. Em ê bi rengê Bêrîtan hez bikin, bi rengê Bêrîtan lê bidin û bi rengê Bêrîtan bijîn.
YJA-STAR’ê Pêngava ji bo azadiya Rêber Apo jî silav kir, got:
Em weke hêzên YJA Starê pêngava azadiyê silav dikin ku ji aliyê gelê me û dostên me ve bi dirûşma ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ hate destpêkirin.
Em dixwazin bibêjin em bi vê civaka dostan a li dora Rêberê me civiyaye serbilind in. Em piştrast in ku bêhiqûqiya li hemberî Rêberê me, qirkirina li gelê me tê ferzkirin û sûcên şer ên li dijî hêzên me yên şervan têne kirin wê ji aliyê mirovahiya cîhanê ve bêne dîtin.
Mîna hevrêyên xwe yên fedaî Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn emê bibin volkanên di dilê dijmin de diteqin.
Di sala 31’ê de em ê jiyana azad a ku şopdarên Bêrîtanan misoger kirine, weke hêzên YJA Starê hîn bêhtir mezin bikin û faşîzma mêtinger têk bibin.
Serketin wê ya jinên azad be ku bi rengê Bêrîtan li ber xwe didin.”