Dengvedana pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re çareserî”, her diçe li cîhanê berfireh dibe.

Pisporê Şerê Cîhanî û Zanyarê siyasetê yê Amerîkî Dr. TOREÛW Redcrow jî tevlî vê pêvajoyê bû.

Dr. TOREÛW Redcrow, ku gelek car wekî axaftvan beşdarî Konseya Mafê Mirovan a Netewyên Yekbûyî dibe.

Zanyarê siyasî, bal dikişîne ser erkên saziyên Ewrupî û dibêje;

“Divê Enstîtuyên Ewrûpî, daxwaz ji Tirkiyê bikin ku peymanên beriya niha îmze kirine û ew bixwe jî parçeyek ji wan peymana ne bi cih bîne.

Tecrîdeke weke tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan, di nava xebatên tu welatên Ewrupayê de cih nagire.

Tirkiye bi berdewamî gelek qanûnên navneteweyî binpê dike.

Qanûnên xwe jî û yên Ewrûpayê jî binpê dike.”

Pisporê Şerê Cîhanî, bi berdewamî bibîr dixe ku, ji aliyê hiqûqî ve, mafê tu welatê Rojavayî nîne ku kesekî birevîne, li giravekê dîl bigire û bi salan rê nede ku bi parêzer û malbata xwe re bi hevdîtin bike.

“Ev pêkanîn bi temamî binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.

Di esasê xwe de ev pêkanîn, binpêkirina mafên bingehîn ên mirovan e.

Heger dewleta Tirk dixwaze bibe dewleteke rewa û xwe wek dewleteke Ewrupî bibîne, divê pêşî rêz bide mafên mirovan ên bingehîn.”

Zanyarê siyasî yê Amerîkî, destnîşan dike ku rewşa heyî ku Rêber Apo tê de ye xizmeta aştiyê nake.

“Bi 10 milyonan Kurd Ocalan wek serokê xwe dibîne.

Gelê Kurd nizane serokê wan baş e yan nexweş e û malbata wî nikare agahî jê wergire.

Aştî bi vî awayî pêk nayê.”

Dr. TOREÛW Redcrow, herî dawî tekane rêya fikir û çareseriyê Rêber Apo destnîşan kir û got;

“Yekane rêya çareseriya pirsgirêka Kurd hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ye û tekane rêya çareseriyê pêşxistina diyaloga bi wî re ye.

Ocalan ji şexsekî mezintir e, sembola fikrek mezin û girîng e.

Hûn nikarin sembolek li pişt deriyan veşêrin.

Hûn neçar in Ocalan û fikrên wî ji bo paşeroja me azad bikin!”