Erhan Kaya 28 sal in girtî ye û li Girtîgeha Kayserî, Tîpe Te, hejmar 2 tê girtin.

Erhan Kaya, pirtûka bi navê “Rojnivîskên girtîgehê yên girtiyekî siyasî” nivîsî ye û di Gulana 2022’an de, di nava weşanên J&J’ê de hatiye weşandin.

Lê rêveberiya girtîgehê, bi behaneya ku di pirtûkê de tê gotin ku rayedarên girtîgehê heqaret û îşkence li girtiyan kirine, cih daye sepanên girtîgeha lê hatiye girtin û grevên birçîbûnê yên ji bo tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hatine pêkanîn, pesnê Abdullah Ocalan hatiye dayîn. Ev “pirtûk bi fikar e”. 3 pirtûkên ji Erhan Kaya re hatine şandin, li depoya emanetê têne parastin.

Xalê Erhan Kaya, Tuncay Yuksel bertek nîşanî biryara r5êveberiya girtîgehê da û got: Ev pirtûk li girtîgehê hate nivîsandin û dibin çavdêriya wan de ji derve re hate şandin. Pirtûka ku bandrola TC’ê li ser heye çima qedexe dikin* Bi kîjan mafî û li gorî kîjan qnaunê? Ev polîtîkaya çewisandinê ye. Ew bi xwe qanûnên xwe binpê dikin. Bi awayekî derhiqûqî, pirtûka nivîskar nivîsandiye nadinê. Em van sepanan qebûl nakin.