Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêber Abdullah Ocalan re ku 31 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqa Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Mazlum Dînç ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzeran, ji bo hevdîtina bi girtiyen din ên li İmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî hem serî li dozgeriyê û hem jî li midûriyeta girtîgehê dan.
Bi hinceta cezayên disiplînê ev 31 mehin destûr nayê dayîn Parêzer biçin İmraliyê, di rojên borî de hate hîn bûn ku cezayekî nû yê dîsîplînê dane Rêber Ocalan û girtiyên din. Rayedarên tirk wek her tu sedema vê cezayê jî ji parêrezarên Rêber Ocala û girtiyên re eşkere nekirin.