Hevserokê Meclisa Gel a Kampa Mexmûrê Yûsûf Kara, diyar kir ku PDK hewl dide li gel MÎT’ê kampa Mexmûrê têxe bin kontrola xwe. Ji ber vê jî li Çiyayê Qereçoxê bi artêşa Iraqê re şer kiriye.

Yûsûf Kara ji ANFê re axivî û got; Hêzên emperyalîst, ji bo li Rojhilata Navîn hespê xwe bibezînin, hinek komên îslamî weke DAIŞê avakirin, şerekî dijwar dane dest pê kirin. Bi vê yekê jî, nîvê Iraq û Sûriye dagir kirin.Lê piştre çeteyên DAIŞê ketin poîzyona metirsîna cîhanê.

Kara destnîşan kir ku dema çeteyên DAIŞê ketin pozîsya metirsiniya cîhanê, her kesî, artêşên dewletan jî di nav de, teva paş de reviyan. Tenê PKK’ê karî xwe li pêşiya wan bigire. Ji ber ku PKK xwedî ruhekî fedaî û xwedî hêzeke cewherî ye û çeteyên DAIŞê têk birin.

Kara diyar kir ku ev herêm, ji ber 3 sedeman ji bo Barzaniyan girîng e. Ya yekemîn; xayîntiya malbata Barzanî ya li dijî me di lûtkeya herî jor de ye. Bi Teşkîlata Îstîxbaratê Tirk -MÎTê re kar dikinn. Lewma dixwazin kontrola vî çiyayî bigirin destên xwe û li gel MÎT’ê me bigirin bin kontrola xwe. Sedema duyemîn jî, ev herêm ji bo parastina Hewlêrê cihekî girîng e. Heke ev çiya bikeve destê hêzên Iraqê, ji vir heta Kato Jîrka, tu kontrola PDK’ê namîne. Sedema sêyemîn a girîng jî ew e ku li vê herêmê bi dehan bîrên petrolê hene. PDK dixwaze qadên petrolê têxe bin kontrola xwe.

Yusuf Kara, herî dawî got; Ne diyar e bê ka wê her du hêz lihev bikin yan na. Heke PDK li wir bicih bibe, ev yek wê metirisyek mezin li ser ewlehiya kampê çêbike. Pratîka PDK’ê ya li herêmên din eşkere ye. Wê hewl bidin xelkê vê derê birevînin û li dijî xelkê sûîqestan bikin. PDKe wê bêhizuriyê çêbike