“Azadî Ji Abdullah Ocalan re.”
Kurdistaniyan 25’ê Hezîrana 2012an bi vê dirûşmê li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê dest bi çalakiyê kirin.

Çalakî nobetê, ku her hefte bi komeke nû tê birêvebirin.

Vê heftiyê 3 welatparêzên ji bajarê Liege yê Belçîka çalakiya li ber Konseya Ewrupayê dewr girtin.

Koma nû di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku Rêber Apo 25 sal in di girtîgehê de ye û gotin;

“Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em ê têkoşînê bidomînin.”

Çalakiyeke din a domdar jî li bajarê Swîsre Cenevreyê didome.

Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî kete meha 34’an.

Di çalakiya ku 25’ê Çileya 2021’an destpê kiriye her roja çarşemê tê lidarxistin.

Vê heftiyê di çalakiyê de, bi mebesta 31. salvegera şehadeta wê de Gulnaz Karataş bi nasnav Bêrîtan hat bibîranîn.

Piştî rêzgirtinê Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li Cenevreyê Mehmet Latîf Çelebî axivî.

Bi bîr xist ku 24 sal in di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd tê tecrîdkirin.

Piştî axaftinê çalakiya rûniştinê dewam kir.