Komîsyona Girtîgehan ya ÎHD’a Enqerê rapora xwe ya girtîgehên Herêma Anatolya Navîn ya 3 mehan eşkere kir.
Komîsyonê destnîşan kir ku, herî kêm 2 hezar û 292 binpêkirinên mafan çêbûne û li girtîgehên cuda 9 girtiyan jiyana xwe ji dest daye.
Di raporê de hat destnîşan kirin ku di mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê de, li girtîgehên cuda herî kêm 9 girtiyan jiyana xwe ji dest daye û 6 girtî ji ber nexweşiyan, 2 girtî tê îdiakirin ku xwe kuştine, girtiyekî jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane.
Komîsyonê di berdewama raporê de dibêje; Girtî, li dijî binpêkirinê mafan, tenduristî, êşkence û sepanên derveyî rûmeta mirovan, şewitandina înfazan, cezayên dîsiplînê çalekiyên greva birçîbûn dikin.
Ji bilî berxwedana bi bedenê tu derfetên girtiyan jî nînin. Ev jî bandorek neyinî li tenduristiya wan dike.
Di raporê de tê gotin ku divê daxwazên girtiyan û malbatên wan demildest bên qebûl kirin û hemû sepanên derî mirovî ji holê werin rakirin.
Divê girtiyên nexweş jî demildest werin berdan.