Ji şahidên îşkenceya Zindana Amedê ya serdema 12’ê Îlona 1980’î Îsa Kizil jiyana xwe ji dest da.

Îsa Kizil, piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’î de hatibû binçavkirin û girtin û li Zindana Amedê ya hejmar 5 bûbû şahidê hovîtiya îşkenceyê.

Îsa Kizil, hîna di zindana Amde de bû bi gelek nexeşiyan ketibû û doh di 77 saliya xwe de, li nexweşxaneya Qoserê jiyana xwe jid est da.

Malbatê û hezkiriyên Îsa Kizil cenaze ji nexweşxanê girtin û li gundê Gundik spartin axê. Li gund şîn hate dayîn.

Îsa Kizil, di nav sazûmankarên Komeleya 78’an de cih digirt û salên dirêj li Qoserê rêveberina komelê kiribû.

Kizil di salvegera 41’mîn darbeya 12’ê Îlonê de derbarê bûyerên li Zindana Amedê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîbû û behsa hovîtiya li wan hatibû kirin berfirehî vegotibû.