Di panela li dijî qedexeya li ser PKK’ê de hate destnîşankirin ku li dijî qedexeyê divê têkoşîneke xurt bê meşandin. Ji bo mîtînga 18’ê Mijdarê ya li Berlînê jî banga tevlîbûnê hate kirin.
Xebatên aktîvîstên Kampanyaya ‘Qedexekirina PKK’ê Rake) ya li dijî qedexeya li ser PKK’ê ku ji 26’ê Mijdara 1993’an û vir ve li Elmanyayê di meriyetê de ye, dewam dikin.
Aktivîstên Kampanyayê îsal bi boneya sala 30. a qedexeyê di domahîka mehekê de rêze-çalakiyan li dar dixin.
Bi vê boneyê li bajarê Swîsre Zurihê, li Enformasyon Hause bi pêşengiya Komîteya Rojava panelek hate lidarxistin.
Aktîvîst Frieda Gertar û Lûîs Zîlton di panelê de pêşkêşiyek kirin.
Hat destnîşankirin ku gelek Kurd mexdûrên qedexeya li ser PKK’ê ne û bal kişandin ser êrîşên li dijî Rojava jî ku bênavber dewam dikin.
Hat diyarkirin ku PKK pêşenga îdeolojiya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ye. Li dijî tevgera azadiyê her tim êrîş tên kirin û ji ber vê yekê gelek Kurd neçar man li Ewropayê serî li penaberiyê bidin.
Hate bibîrxistin ku PKK di 26’ê Mijdara 1993’an de di dema Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê Manfred Kanter de hatiye qedexekirin û hê jî ev qedexe didome.
Li dijî qedexeyê pêwîstiya êkoşîneke berfireh hate destnîşankirin û ev bang hate kirin:
“Beşdarî çalakiyên li dijî qedexeyê bibin. Tevlî xebatên Defend Kurdistanê bibin û piştgirî bidin. Ji bo belavkirina materyalên agahdarkirinê yên li dijî qedexeyan alîkariyê bidin. Ji saziyên pêwendîdar re name û e-mailan bişînin. Bibin endamê Heyva Sor û piştgiriyê bidin.”
Aktivîstan ji bo mîtînga ku 18’ê Mijdarê li Berlînê jî banga tevlîbûnê kirin.