Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk derbarê tecrîd û paradîgma Rêber Apo de axivî û destnîşan kir ku di çareseriya meseleya Kurd de yekane muxatab Rêber Apo ye got: Ji bo ku birêz Abdulah Ocalan rol û mîsyona xwe bilîze divê azad bibe.

Berdan Ozturk da zanîn şerê li Rojhilata Navîn dewam dike û wiha got:

Em qala Serokekî dikin ku îro ne tenê ji bo Tirkiyê, ji bo erdnîgariya Rojhilata Navîn û hemû gelên li cîhanê bindestin bûye hêvî. Tekane kesê ku karibe şerê li Rojhilata Navîn rawestîne Abdulah Ocalan e.

Şerê navbera Israîl û Filîstînê berçav e. Her kes behsa hejmara miriyan û wêraniyan dike. Ev ne çareserî ye, şer tu pirsgirêk çareser nake. Çareserî fikir, raman, bîrdozî û felsefeye ya, Di vê serdem û sedsalê de tenê Rêber Abdullah Ocalan bi fikir û felsefeya xwe çareserî daniye holê. Pratîka vê felsefeyê jî îro li Bakur û Rojhilata Navîn ketiye pratîkê.

Berdan Ozturk herî dawî got; Zêdetirî 31 mehan e ku ji Rêber Abdullah Ocalan tu agahî nayên girtin. Heke em li Rojhilata Navîn qala aştî û azadiyê bikin, ji bo birêz Abdullah Ocalan di vî warî de rol û mîsyona xwe bilîze, divê bi awayekî fizîkî azad bibe. Divê beşên cuda jî bêdeng nebin. Dema gel, sazî û rêxistin bi hev re dikevine nava liv û tevgerê, encam jî tê girtin. Israra di polîtîkaya tecrîdê de ne çareserî ye û şer kûrtir dike. Riya avakirina jiyana nû di azadiya Rêber Abdullah Ocalan de ye.