Piştî şehadeta Şehîd Herekol li ser navê wî 7 salin pêşengeha Pirtûkan tê vekirin.

Pêşengeha 7’an a Şehîd Herekol li Qamişlo destpêkir, li ser asta Kurdistanê, welatên Ereban û cîhanê gelek çapxane û saziyên çandî beşdar bûn, wê 4 rojan vekirî be.

Endama Komîteya Amadekar Ronahû Hesen û endama Jineolojî Nûra Mihemed derbarê berhemên di pêşengehê de cih digirin agahî dan.

Li gorî agahiya wan, îsal 60 çapxane, pirtûkxane û saziyên çandî beşdarî festîvalê bûne.