Şandekî Neteweyên Yekbûyî (NY) û Rêxistina Mafê Mirovan a Cîhanê serdana gundê Koço yê Şengalê kir û ji aliye mezinên gundê Koço Nayîf Caso ve hate pêşwazi kirin.
Di dema êrîşên 3’yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê yên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve pêk hatîn gelek kes hatin qetilkirin û di gorên komî de hatin veşartin. Di vê çarçoveyê de şandekî Neteweyên Yekbûyî (NY) û Rêxistina Mafê Mirovan a Cîhanê ji bo lêkolînkirina gorên komî yên li Şengalê serdana gundê Koço yê Şengalê kir û ji aliyê mezinên gundê Koço Nayîf Caso ve hate pêşwazi kirin. Şande li gund gorên komî û dibistana Koço ya ku bi sedan kes tê de hatin qetilkirin ziyaret kir.
Di derbarê seredana şandeya NY’yê de Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê, Faris Herbo ji rojnews re axivî û got; “Em weke rêveberiya Şengalê vê serdanê baş dibîn. Em hêvîdarin ku bi karibibe li jenosîda li ser gelê Êzidî xwedî derkeve û bi erka xwe rabe. “
Faris Herbo got ku divê şandeyên ji bo lêkolînkirinê serdana Şengalê dikin bi berpirsyartî kiryarên DAIŞ’ê derxînin holê.