Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, di bernameya Taybet a Televîzyona Medya Haberê de bersiv da pirsên Hoşeng Yilmaz.

Dûran Kalkan mijara tecrîdê bi berfirehî nirxand û da zanîn bi cezayê dîsîplînê dixwazin înfazan bişewitînin û wiha got:

Bi van cezayan du tiştî pêk tînin. Yek; Hevdîtinên bi parêzer û malbatan re asteng dikin.
Dudu; Sala 25’a ye, divê Rêber Apo ji nû ve were darizandin, ango bi awayekî fîzîkî divê azad bibe.
Lê çi dikin înfaza wî dişewitînin. Bala xwe bidinê; cezayê dîsîplînê tenê nadin Rêber Apo. Heman cezayî didin gelek girtiyên din. Bi vî awayî tevî ku cezayê wan qediya ye jî nayên berdan. Bingeheke vê ya hiqûqî nîne, divê ev neyê qebûlkirin.

Duran Kalkan bal kişand ser pêngava 10’ê Cotmehê ya navnetewî û vê nirxandinê kir.

Pêngava azadiyê didome, ev girîng e. Dostan vê kampanyayê dane destpê kirin, jin û ciwan xwedî lê derketin.
Sê hefte di ser re derbas bû, bi beşdariyên nû kampanya her diçe berfireh dibe. Çalakî berfireh û dewlemend dibin. Di rastiyê de ev kampanya, kampanya azadiyê ye, kampanya azadkirina xwe ye. Ji aliyê fikrî û wekî tevger xwegihandina pîvanên azadiyê ye. Kampanya xwegihandina kesayeta azad, xwegihandina jiyana azad e.

Dûran Kalkan, li ser bandora kampanyayê di qada navnetewî de jî wiha got:

Em dikarin bibêjin ku tevgereke gerdûnî destpê kiriye. Bi vê pêngavê şoreşa azadiyê li cîhanê deng vedide. Mirov, bi vê kampanyayê; taybetiyên jiyana nû, fikir û ramanên nû ku xwe dispêre azadiya jinê û ekolojiyê bidest dixin. Û ev li hemû civak û parzemînan belav dibe. Em ji vê re bibêjin; tevgera azadkirin û demokratîkkirinê, ev li dor Rêber Apo pêş dikeve.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, daxuyaniya 78 rewşenbîrên Tirkiyê ya “banga aşitiyê” silav kir û bal kişand ser girîngiya bangê.

Weke tevger, weke gel em nirxekî mezin didin tevgerên bi vî awayî. Lê divê ev fikir li civaka Tirkiyê were belavkirin. Ji ber ku rewşa Rêber Apo Kurdan, jinan, hemû bindestan û mirovahiyê eleqedar dike.

Hem pergala tecrîda li Îmraliyê, hem jî berxwedana ku Rêber Apo li dijî wê di meşîne, ji her kesî zêdetir civaka Tirkiyê eleqedar dike. Demokratîkbûna Tirkiyê teqez bi vê ve girêdayî ye. Rewşeke wisa ye; ku ji azadiya Kurdan zêdetir wê demokratîkbûna Tirkiyê bi xwe re bîne.

Ji ber ku hilweşandina pergala tecrîd û êşkenceya Îmraliyê, wê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo encam bibe.