Şaredariya Bajarê Livorno ya Îtalya û Heyva Sor a Kurdistanê li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî – Mexmûrê, projeya hevpar ya avakirina dibistanê û baxçeyê dibistanê dane destpêkirin.
Doh, li salona merasîmê ya Palazzo Comunale civîna çapemeniyê hate pêkanîn û projeya “Bi hev re ji bo Mexmûrê: Dibistanek ji bo her kesî” hate ragihandin.
Di destpêkê de, Şaredar Luca Salvetti, axivî û got: Careke din ev bajar û herêma ku zehmetiyên mezin lê hene havkariyê dikin, Bi vê hewkariyê, projeya avakirina dibistanê hatiye amade kirin.
Piştre encûmena Şaredariyê Barbara Boncîanî axivî û diyar kir ku Şaredariya Livornoyê her tim bi dilsozî nêzî civaka Kurd bûye û got; Kurdistan qada şerekî germ e. Mixabin, daxwazên mafdar yên gelê Kurd bi şer bersivê dibînin. Em dixwazin piştgiriyê bidin Heyva Sor a Kurdistanê. Ji bo zarokên birûmet û bi taybet Mexmûrê ku di bin metirsiniyê de ne, em ê dibistanekê çêbikin
Serokê Ofîsa Heyva Sor a Kurdistan Îtalyayê Alîcan Yildizjî spasiya hemû kesên ku di avakirina dibistanê de keda wan heye kir
Derbarê projeyê de agahî hatin dayîn û got; Dibistaneke ku 150 zarok tê de cih digirin wê werê çêkirin. Li dibistanê baxçe û qada lîstikê jî werê çêkirin.