Îro serê meha Mijdar ye, lê hikûmeta Cîbicîkar ya Herêma Kurdistanê hîna mûçeyê meha Tebaxê belavnekiriye.
Dixtorên Xûlaw û Pilebend ên bajarê Silêmanî greva giştî ragihandin û gotin.
Dixtoran ji bo wezîrê tenduristiyê, alîkarî wezîrê tenduristiyê, rêveberiya giştî ya tenduristiyê ya Silêmanî, Helebçe û Germiyanê wiha gotin:
Herkes dizane, Herêma Kurdistanê niha di rewşek aborî ya dijwar û nehevseng re derbas dibe, paşxistina mûçeyan gelek pirsgirêk ji bo welatiyan bi giştî û bi taybet ji mûçexweran re çêkiriye.
Zêdetirî 3 mehin mûçeyê karmendan nehatiye belavkirin û dema belavkirinê jî nediyare.
Tevî ku mûçe jî negirt, me xizmetê dewam dikir, lê ji ber ti çavkaniyek din a darayî nîne, em êdî nikarin dewam bikîn. Her çend ev helwest ne di berjewendiyên welatî û nexweşan de jî be, lê em neçarin, ji ber bargiraniya li stûyê me em nikarin xizmetê dewam bikin. Ji îro şûn ve biryara boykota giştî didin û heta mafê me yê darayî neyên dayîn, boykot û helwesta me wê bedewam be.
Ne tenê dixtor, nêzî 50 rojin mamosta, karmend û endamên tenduristiyê li deverên yên başûrê Kurdistanê di nava boykot û xwepêşandanan dene.