Nivîskar û çavdêrê siyasî Kameran Gulpî eşkere kir ku Kobanê bûye nasnameya Kurdan û got; “Niha jî pêwîstiya me bi ruhê berxwedana Kobanê heye, divê em di roja Kobanê de daxwaza yekîtî û yekrêziyê bikin.”

1’ê Mijdarê çaremîn salvegera îlankirina 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê ye. Roja 13`ê Îlona 2014`an çeteyên DAIŞ’ê bi piştgiriya dewleta Tirk û bi çekên giran yên ku ji Başûrê Kurdistanê bi taybet jî ji Mûsil bidest xistibûn, êrîşî Kantona Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê kirin. Li hemberî êrîşên dagirkeriyê şervanên YPG/YPJ’ê berxwedaneke dîrokî nîşandan. Kurdan li Kobanê îspatkirin ku eger bibin yek dikarin hemû êrîşên li ser Kurdan têk bibin û cîhan ji wan re rêz bigire.

Piştî berxwedana 134 rojan di 26’ê Çileya sala 2015’an de ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve hemû Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgar kirin. Nivîskar û çavdêrê siyasî Kameran Gulpî li ser vê berxwediya li Kobanê ajansa Rojnews’ê re axivî.

Nivîskar û çavdêrê siyasî Kameran Gulpî bal kişand li ser Roja Cîhanî ya Kobanê û got: “Piştî ku Rêber Abdulah Ocalan derket derveyî welat, destpêkê çû Kobanê. Bandora wê çendê bû, hêzên parastina Kobanê digotin; em ê li gel dar û berên Kobanê bimînin, em dest ji Kobanê bernadin. Dewleta Tirkiyeyê ji bo ku rola Kurdan a li Rojava nehêle û tine bike alikarî û pêşengtiya çeteyên DAIŞ’ê kir. Ji bo Kobanê kontrol bikin. Çawa ku kîmyabarana Helebce Kurdan wekû mezlum nîşan da, destan û serkeftina Kobanê jî Kurdan weke berxwedêr û wêrek bi cîhanê da nasîn.”

Çavkanî / RojNews