Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî!” bi beşdariyên nû berfireh dibe.
Seroka berê ya Tifaqa Jinan a Navneteweyî Marîon Boker jî, ji bo kampanyayê banga piştgiriyê kir.
Marîon Boker ku di heman demê de endama rêveberiya lobiya jinan a Ewropayê ye.
Marîon Boker Rêber Apo weke yek ji feylesofên girîng ên serdema me destnîşan dike û dibêje;
Ez spasiya hemû kesên ku vê kampanyayê dimeşinin dikim. Hêvî dikim ku Ocalan azad bibe.
Bang li her kesî dikim ku piştgiriyê bidin vê kampanyayê.
Ji ber ku Ocalan kesayetek pir girîng e û divê azad bibe.
Lê 24 sal in bi awayekî derqanûnî dîl tê ragirtin.
Divê her kes kampanyayê li civakên xwe belav bike.
Bala meclisên xwe bikşînin ku tevlî kampanyayê bibin û piştgiriyê bidin.
Marîon Boker bi berdewamî diyar dike; ji bo ku belavbûna kampanya ew ê li têkiliyên xwe bigere.
Vê mijarê ez ê bi endamên parlamentoyê re gotûbêj bikim û girîngiya wê vebêjim.
Her wiha difikirim ku li ser navê Ocalan, bi rêya parêzeran an jî malbata wî, serî li Komîsyona Pêşîgirtina Êşkenceyê û Protokola Gelên Polîtîk a Netewên Yekbûyî bidim.
Birêz Ocalan yek ji feylesofên girîng ên serdema me ye.
Ramanên Ocalan ji bo avakirina aştiyê ye, ew alîgirê wekheviya zayenda civakî ye û li dijî baviksalarî ye.
Bi ramanên wî em ê bikarin wekhev û azad bijîn, xwe bixwe birêvebibin.
Ev modeleke bi heybet a alternatîf e.
Seroka berê ya Tifaqa Jinan a Navnetewî Marîon Boker, herî dawî jî ev peyam da;
Azadiya Ocalan ê ku van fikran hilberandiye esas e, divê em ji tenduristî û jiyana wî piştrast bin.
Divê rê li pêşiya mafên mirovî yên Ocalan nayê girtin.
Ez hêvî dikim ku piştî 24 salan, azadiya Ocalan êdî pêk were.