Lêkolînera Misirî Welaa Ebû Sitêt got wê azadiya Rêber Abdullah Ocalan di çareserkirina dozên li Rojhilata Navîn de rol bilîze

Piştgiriya gelek aliyên herêmî û navneteweyî ya ji bo pêngava ji bo azadiya Rêber Ocalanberdewam e.

Lêkolînera Misirî Welaa Ebû Sitêt jî desteka xwe ya bo pêngavê anî ziman got:

Ji helwesta rêxistinên hiqûqî û navneteweyî ya li hember sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan tên kirin, diyar dibe ku derewker in û tenê ji bo berjewendiyên xwe kar dikin, dozên adil an jî piştgiriya xwediyên wan ne xema wan e.

Welaa wiha domand:

“Pêngava heyî, di wextekî wiha de li dar dikeve ku ji rewşa komploya li dijî Ocalan a beriya 25 salan ne cuda ye. Wê demê xwestin Ocalan ji rewşê dûr bixin. Ji ber ku bi fikr û tevgerên xwe karî neteweyekê vejîne.”

Welaa bi domdarî got:

“Erê Ocalan neteweya kurd vejand, bi hêz kir. Lê bi hewldanên beriya wê jî , karî li ser bingeha neteweya demokratîk, ji gel artêşekê çêkbike. Piştî derbasbûna 25 salan li ser komployê, komployeke mezintir li Filistînê bi taybet li Xezayê heye. Xelkê wê li ber çavên cîhanê rûbirûyî jenosidê ye. Ev jenosid bi erêkirina komplogerên komploya li dijî Ocalan pêk tê.”

Welaa got: “Ocalan û doza wî û doza Filistinê jî ku hewl didin wê tune bikin, îsbat dike ku komployeke mezin li dijî gelê vê herêmê heye. Aliyên vê komployê heman komplogerên li dijî Ocalan in. Bi armanca ku li herêmê her tim şer û wêran hebe, piştgiriya ajandeyên xwe dkikin.

Wela destnîşan kir ku guhertina dozên çarenûsî tenê di destê aştîxwazan de ye û got:

Hewldanên tunekirina doza Ocalan û doza Filistînê nîşan didin ku li ser gelên herêmê komployeke mezin dimeşînin, Piştgiriya ji bo herdu welatan li giştiya cîhanê gelekî girîng e.

Axaftina xwe wiha bi dawî kur:

Lê di vir de pirsa ku tê pirsîn eve, ‘ewê paşê çi bibe’?. Li gor min heta rewşa me neguhere, wê rewş wisa be. Lê guhertina vê çarenûsê tenê di destê aştîxwazan de ye. Nelson Mandella û Ghandî bi ser ketin. Lewra serkefitan doza kurd û azadiya Ocalan û ya doza Filistînê jî mimkun e. Abdullah Ocalan jî dikare doza gelê xwe bigihîne serkeftinê.