Hevalên Gultan Kişanak li ser ne-berdana wê ji ajansa Jinnewsê re axivîn.
Dibêjin divê li her qadê jin dengê xwe bikin yek û piştevaniya xwe bi Gultan Kişanak re mezin bikin.
Lîstikvan Denîz Turkalî diyarkir ku girtina Gultan dijhiqûqiye û got;
“Girtina wê ya 7 salan hêrseke mezin e.
Dema girtina wê tevî xilas bû ye nayê berdan ev li dijî qanûnan e.
Kiryarên bi vî rengî canê mirovan diêşîne.
Gultan yek ji pêşenga tevgera jinê ye yek ji pêşenga siyaseta kurd e.
Tiştên diqewimin nîşan dide ku em li welatekî bê maf dijîn.”
Lîstikvan Denîz Turkalî daxwaza berdana hevala xwe Gultan Kişanak kir û ji herkesî xwest piştevaniya wê bikin.
Femînîsta serbixwe Hulya Gulbahar jî behsa têkoşîna Gultan Kişanak a di siyaseta kurd de kir û got;
“Ew keseke bi nirxe ku di têkoşîna jinê de kedeke mezin daye.
Girtina wê parçeyek polîtîkayên êrîşê yên dewletê ye.
Ew ji ber hevserokatî û xebatên jinan hat girtin.
Ji ber li dijî tundiyê dengê xwe bilind kir niha girtiye.
Sebahat Tuncel, Fîgen Yûksekdag jî bi heman rengî girtiye.
Hulya Gulbahar ji jinan hemûyan xwest li dijî van neheqiyan dengê xwe bilind bikin.