Welatiyên beşdarî konferansa DBP’ê bûn banga tevlibûna Meşa Gemlîkê ya di 18’ê Mijdarê kirin û gotin; Ev meşa azadiya K urdan e.
Meşhel Sirimsî got: Tecrîda li Îmraliyê li ser tevahiya civakên li Tikriyê bela kirine. Heke tecrîd bê rakirin wê civak bêhnê bigire. Em bang li her kesî, li Kurd û Tirkan teva dikin, werin em bi hev re heta Îmraliyê bimeşin û vtecrîdê rakin.
Kamuran Yildirim, diyar kir ku ew ji Mêrdînê tevlî konferansê bûye û got; .Meşa Gemlîkê, meşa azadiyê ye. Azadiya gelê Kurd, azadiya gelê Tirke jî. Divê gelê Tirk jî bi gelê Kurd re têkoşînê bike. Ev banga me ji bo hemû gelan e, diivê her kes tevlî meşa 18’ê Mijdarê bibe û ji bo rakirina tecrîdê dengê xwe bilind bike.
Yakûp Demîr jî got; . Meşa Gemlîkê giring e. Divê tecrdî bikevê rojeva Tirkiyê. Tecrîd bingeha şerê qirêj e. Şer ziyanê dide hemû gelan. Divê tecrîda li ser Rêber Ocalan bê rakirin û ji bo aştiya mayînde pêvajoya çareseriyê werê dest pê kirin.
Şukru Kurşun jî diyar ku ew ji Mêrdînê tevlî konferansê bûye û got; Tecrîd tenê pirsgirêka Kurdan nîne, ya tevahiya gelên li Tirkiyê ye. Divê her kes, ji 7, heta 70 salî her kes tevlî meşê bibe.
Gul Paslanmaz jî diyar kir ku ew, Mêrdînê beşdarî konferansê bûye û got; Tecrîda li ser ciwan û jinan e. Di vê konferansê de me got ‘Jin, jiyan, azadî’. Em azadiyê dixwazin. Dewletê 40 sal in bi şer tu encam bidestnexistiye, ji niha û pê de jî bidestnaxe. Yekane rê azadkirina Rêber Ocalan e û runiştina li ser masa çareseriyê ye. Meşa Gemlîkê di vateyaê de ye û gelekî giring e. Divê her kes tevlî meşê bibe