Qasim Abeste di 16’ê kanûna 2008’an de li Mahabadê hate girtin û 8 mehan li navenda lêpirsînê di bin çavan de ma.
Piştî lêpirsîna li Daîreya Îstîxbaratê ya Ûrmiyeyê, sewqî Girtîgeha Evînê ya li Tehranê hate kirin.
Li vir jî 6 mehan di hucreya yekkesî de hate ragirtin.
Di 25’ê nîsana 2009’an de lêpirsîna wî bi dawî bû û şandin Girtîgeha Rajaeshahre a li Karajê.
Bi îdiaya sûcên “Çalakiyên li dijî ewlehiya neteweyî” û “Li dijî rejîmê propaganda kiriye” cezayê darvekirinê li Abeste hate birîn.
Piştî ku Girtîgeha Rajaeî ya li bajarê Karajê hate girtin û valakirin, di meha tebaxê de seqwî Girtîgeha Qazalhasarê hate kirin.
Qasim Abeste yê 44 salî ku bavê 2 zarokan e, îro li Girtîgeha Qazalhasar a li Kajarê hate bidarvekirin.