Rojnamevan Seyîd, 22’yê Îlonê ji ber nexweşiyê tevî karwanê nemiran bû.
Ji bo Seyîd Evran li bajarê Qamişlo merasîma bîranînê hat organîzekirin.
Bi dehan rojnamevan û nûçegihan, beşdarî merasîma li taxa Xerbî ya Qamişloyê bûn.
Berdevka Yekitiya Ragihandina Jinan rojnamevan Arîn Siwêd di merasîmê de axivî û got:
“Em soz didin ku rêya wî di ragihandina rastiyê û pêşxistina civakê de bişopînin.”
Pişt re jî sînefizyonek têkildarî jiyana rojnamevan Seyît Evran û nameya wî ya dawîn hat temaşekirin.