Ji konferansa ciwanên cîhanê: ‘Em sûdê ji têkoşîna ciwanên Kurd werdigirin’

Romain Katabara ku ji Girava La Reunion tevlî Konferansa Ciwanan a Cîhanê bû, diyar kir ku têkoşîna ciwanên Kurd ji bo wan mînake û jê sûdê werdigirin,

Ji beşdaran Romain Katabara ku endamekî Pan-Afrîkanîst û Rêxistina Serbixwe Ka-Ûbûntû ye, anî ziman ku ew dixwazin mafê tayînkirina çarenûsa gelên hindekahî yên Efrîkayî û Afro-Efrîkayî, ji bo rizgariya Girava Reunion têbikoşin û li dijî Pan-Efrîkanîzmê yanî emperyalîzmê yekîtiya Parzemîna Efrîkayê ava bikin.

Katabara diyar kir ku welatê wan ê li peravê Madagaskarê ye hîn di bin mêtingeriya Fransayê de ye û got, “Li ser her tiştên têkildarî me li Parîsê biryar tê dayin. Ji ber vê yekê em ji bo serxwebûna welatê xwe, serxwebûna Girava Reunionê têdikoşin.”

Katabara bal kişand ser pêwîstiya sekna hevpar û rêxistinbûna li dijî emperyalîzmê û got,

“Emperyalîzm global e; rewşa têkildarî ciwanan jî bi heman rengî ye. Pirsgirêk ew e ku ciwan depolîtîze bûne. Qederperestiyek di nava ciwanên me de heye. Qederperestiyeke welê ye ku bindestiyê qebûl dike û hîn bêhtir tênakoşe. Ji ber vê jî em weke Ka-Ûbûntû dibêjin ku divê ciwan ji bo mafên xwe berê xwe bidin têkoşîna siyasî. Ji bo mafê diyarkirina çarenûsa xwe, mafê rûmetê, mafê kar…”

Katabara destnîşan kir ku ev konferans ji bo wan gelekî girîng bû û piştgiriyeke xurt didin têkoşîna li Kurdistanê:

“Bi her awayî em gelekî sûde ji şoreşa wan werdigirin. Dawiya dawî divê em wan ji xwe re bikin mînak, di heman demê de piştgiriya têkoşîna wan bikin. Mîna ku Thomas Sankara got, ‘Ciwanên ketine nava tevgerê xurt in, ciwantiay ku ketiye nava liv û tevgerê ji bombeya atomê jî bêhtir metirsîdar e’. Li Kurdistanê, li La Reunion, li Malî, li Latîn Emerîka yan jî Asyayê, li ku dibe bila bibe karê me ye ku em ciwanan bixin nava liv û tevgerê ji bo pêşengiyê ji têkoşînê re bikin.”