Kesên ji bo azadiya Mandela kampanya rê ve dibirin niha jî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixebitin. Fikra hevpar wiha ye: “Çawa ku em ji bo Mandela xebitîn, ji niha û pê de divê em ji bo Ocalan bixebitin.”
Kampanyaya ku li Îngilîstanê ji hêla sendîkayan ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin, bi desteka rêxistinên civaka sivîl û siyasetmedaran didome.
Beriya niha bi çend rojan rayedarên Meclîsa Gel a Kurd a Brîtanyayê bi wan rêveber û qedroyan re hatin cem hev, ku kampanyaya azadiyê ji bo Mandela bi rê ve dibirin. Di hevdîtinê de Wezîrê Berê yê Îngilîstanê Lord Peter Haîn, Wezîra Sihê parlamentera Partiya Karker Chî Onwurah û Seroka Tevgera Ji bo Efrîkaya Başûr (ACTSA) Chîtra Kare bang li raya giştî ya navneteweyî kir, tevlî kampanyaya azadiyê ya ji bo Ocalan bibin û kampanyayê geş bikin.
Lord Peter Haîn got, “Çawa ku beriya niha ji bo azadiya Nelson Mandela em bi çalakî xebitîbîn, ji niha û pê de jî ji bo azadiya Ocalan divê em bixebitin.”
Haîn, hê dema ku pir biçûk bû, dê û bavê wî ji bo ku ji bo Nelson Mandela belavok belav kiribûn hatibûn destgîrkirin. Ji 2014’an ve serokê saziya alîkariyê ya navê “Trustees of the Donald Wood Foundation” e, ku ev sazî ji bo mirovên Efrîkaya Başûr alîkariyê dike. Pirtûka Haîn a bi navê “Mandela” Tîrmehê derket.
HEMÛ PÊŞVERÛ DIVÊ DESTEKÊ BIDIN
Wezîra Sihê ya Partiya Karker û Parlamenter Chî Onwurah jî got, kampanyaya azadiyê ya ji bo Ocalan cra pêşî dema mezintirîn festîvala karkeran a li Festîvala Madenkaran a Durhamê bihistiye û pir bandor lê kiriye. Onwurah got, di navbeyna azadiya Mandela û Ocalan de gelek xalên hevşib hene û bang li hemû pêşverûyan kir ku destekê bidin kampanyaya azadiyê ya ji bo Ocalan.
KAMPANYA WÊ BI SER BIKEVE
Seroka Tevgera ji bo Efrîkaya Başûr (ACTSA) ku berdewama Tevgera Antî-Apartheîdê ye, Chîtra Karve jî got qedroyên girîng ên wê demê û aktîvîst li gel zehmetiyê wê demê bi salan ji bo azadiya Nelson Mandela têkoşiyane. Karve got ew bawer dikin kampanyaya azadiya Ocalan a ku bi heman hişmendî û baweriyê tê kirin, wê bi ser bikeve.
Çavkanî / Yenî Ozgur Polîtîka