Xelkê wargeha Şehîd Rûstem Cûdî, xwe bi xwe pergala aboriyê pêşdixin, qadên debarê ava dikin.
Ji bo jin karibin aboriya xweser pêşbixin, weqfa jinê pêşengiyê dike, ji bo jinan derfetên kar ava dike û wan fêr dike.
Dibin banê weqfê de, perwerda dirûnê destpêkiriye, jin xwe fêr dikin.
Mamoste û jinên tevlî qursê bûne axivîn û behsa projeyê kirin.