Ji çar aliyên cîhanê akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar, profesor, rojnamevan, sendîkavan, xelatgirên Nobelê û rêxistinên sivîl pêngava ji Rêber Apo re Azadî dan destpêkirin.
Yek ji wan jî Rojnamevan Îkuko Katsûmata a ji Japonya ye.
Sala 1991’an bi Rêber Apo re hevpeyvîn kiriye, di heman demê de pirtûka bi navê “Kurd-Dîmena Îroyîn a Mirovên Bêdewlet nivîsiye.
Rojnamevan Îkuko Katsûmata Rêber Apo weke mifteya çarseriyê ya siberojê dibîne û vê dibêje.
Birêz Ocalan ramangerekî baş e, ramanên wî tu carî winda nabin.
Rojnamevan Îkuko Katsûmata behsa dîlgirtina Rêber Apo dike û vê dibêje.
Wê demê ji gelek aliyan ve dihat gotin, Wê Ocalan û tevgera wî têk herin û paş de bikevin. Niha ez li xwe mikûr têm, ez jî yek ji wan kesan bûm. Lê ez xeletim, ji ber ku ez dibînim bandora wî çiqasî heye.
Ramanên wî yên aştî û azadiyê di nava hemû gelan de mezin bûne. Ji ber wê di hucreya yekkesî de bêjî ev raman ji holê ranabin.
Rojnamevan Îkuko Katsûmata bang li reyadarên Tirkiyê kir û got;
Ger hûn ji bo mirovan aştiyê dixwazin deriyê Îmraliyê vekin birêz Ocalan mifteya çarseriyê ya siberojê ye.