Piştî banga KCDK-E, Mazlum Dora, piştî 50 rojî dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûna bê dem û bê dorveger anî.
Mazlum Dora, Li Elmanya bajarê Stutgardê, di girtîgeha Stammheim de tê girtin û li dijî binpêkirina mafan, di 20 Eylülê de dest bi greva birçîbûnê kir.
Mazlum Dora, di roja 50′ ya greva birçîbûna bê dem û bê dorveger de, bi riya kesên çûne serdana wî, got;
Min banga KCDK-E li çavan girt û dawî li çalakiya xwe anî. KCDK-E destnîşan kir ku greva birçîbûna min gihaye encamê. Dîsa jî, ez bang li gelê me yê li Ewropa dikim ku li girtiyên Kurd xwedî derkevin. Ez spasî her kesên destek dane min dikim.
Wek berê ez ê, ji bo zimanê Kurdî, kultur û hunerê Kurdî têkoşîna xwe bidomînim. Min dawî greva birçîbûnê anî, lê ez ê ji bo daxwazên xwe têkoşînê bidomînim.