Rêveberiya Xweser ya Şingalê û PADÊ, bi YNK û Partiya Ref ya li Mûsilê re, hevpeymana ‘Yekîtiya Gelê Nînovayê’ pêkanîn û ew ê bi namzêtên xwe tevlî hilbijartinê bibin.
Bi pêşengiya PADÊ, ji bo danasîna namzetan li nahiya Sinûnê şahiyek girseyî hate pêkanîn.
Piştî rêzgirtinê, li ser navê PADÊ endamê mektep siyasî Hadî Mehlo axivî û got: “Ev hilbijartin ji bo me firset e û pêwîst e, divê em ji dest nedin. Namzetên me yên hatine diyar kirin ji dema fermanê ve li ber gelê me de kedek mezin dane, em namzetên xwe bawerin ku di encûmena bajarê Mûsilê de nûnertiya rast a gelê me bikin.
Berdevka TAJÊ Riham Hico jî xêrhatin da mêvanan û got; Mê vê carê êş û zehmetî têk birin. Ev jî bi saya fikir û felsfeya Rêber Apo çêbû. Hilbijartina li Iraqê ji bo me giring e, divê herkes destê xwe deyne ser wijdana xwe, fermana 2014’an bîne bîra xwe û dengê xwe bikarbîne.”
Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo û ji Desteya Eşaîrî ya Şingalê Dexîl Mûrad jî axaftin kirin û gotin: Em ê vê carê çarenûsa gelê xwe bi destên tu kesî ve bernedin û nahêlin kesek bi qedera civaka me bilîze.”
Piştî axaftinan namzetên PADÊ Azad Ebdal, Qasim Keşko, Dexîl Sîdo û Felah Dilêmî derketin ser dikê.
Namzêdan xwe dane naskirin û bang li civakên Şingalê Êzîdî û Ereban kirin ku di 18’ê Kanûnê de biçin ser sindoqan û dengê xwe ji bo nûnerên xwe bikarbînin.