Daxuyaniya navenda ragihandina HPG’ê wiha ye.
Gerîla Doga Viyan 12’ê Cotmeha 2023’an li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl li dijî dijmin bi lehengî û biryardadriyek mezin şer kir. Di şer de, derbên giran li dijmin da û şehîd bû. Hevrê Doga ji bo xaka mirovahî lê mezin bûye, kedek mezin da, têkoşiya. Bi sekn, însiyatîf û çalakbûna xwe, pratîkek hêz, morel dide gerîla nîşan da.
HPG’ê di serî de malbata şehîd, ji gelê Kurdistanê re sersaxî xwest û nasnama şehîd eşkere kir.
Gulbihar Hîzmalî bi nasnav Doga Viyan, li Êlihê ji dayîkbû, navê dayîkê Emîne navê Bav Hasan 12’ê cotmeha 2023’ê li Zapê şehîd bû.
HPG’ê li ser şehîd Doga vê nirxandinê kir.
Hevrê Doga Viyan yek ji wan hevalan e ku ruhê fedayî yê Apoyî ji xwe re mînak girtiye, xwe di fedaîbûnê de kûr kiriye, bi hemû hebûna xwe, xwe fedayê têkoşînê kiriye. Eslê xwe bi eslê xwe ji Sêrt Misircê ye, li Batmanê hatiye dinê. 2015’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Li Avaşînê dest bi jiyana gerîlatiyê kir, perwerdeya pêşî dît. Zû pêşket, hînî jiyana gerîlatiyê bû, derbasî herêma Govendê bû. Heta 2019’an li qada şer a giran ma, di çalakiyan de cih girt û xwe pêş xist. Li seranserê Avaşînê gav bi gav geriya, ked da, xuh da û bi dil û can têkoşiya. 2019’an bi ezmûneke mezin derbasî Zapê bû. Ji bo li qadê û di tunelan de bi taktîkên serdema nû ya Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk serkeftî pêk bîne, bê teredût tevlî bû. Bii jîrbûna xwe ya taktîkî, cesaret û hakimiyeta xwe ya di qada şer de diparast û destpêkê hevalên xwe difikirî û bi wî rengî koordîne dikir.
Taybetmendiyên ku hişt hevrê Doga bibe xwedî tevlîbûnek serkeftî, hişmendiya wê ya kûr a dîrokî, girêdana wê bi azadiyê û xeyalên wê yên bi coş bû. Hevrê Doga Viyan 12’ê Cotmeha 2023’an li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl li dijî dijmin bi lehengî û biryardadriyek mezin şer kir û şehîd bû.