Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a li dijî herêmên dawî yên li rojhilatê Çemê Firatê di destê çeteyên DAÎŞ’ê de mane didome.
Çeteyên DAÎŞ’ê li nava bajarokê Hecînê û gundên li derdorê wê asê mane ku ev herêm li rojhilatê Çemê Firatê bi 35 kîlometreyan dirêj e û bi 10 kîlometreyan kûr e. Çeperên eniya pêş a çeteyan ji hewayê bi drone’nan hatin şopandin û dîmenê wan hate kişandin.
Hêzên QSD’ê li eniya Hecînê ya li bakur û bakurê rojava û li eniya Baxozê ya li ser sînorê Iraqê ev 50 roj in operasyonê dikin.
Çeteyên DAÎŞ’ê her du hefteyên dawî ji ecacok û bahoza tozê sûd wergirtin û ji bo pêşî li operasyonê bigirin bi wesayitên bombebarkirî çekên giran û bi sedan çeteyên xwe êrîş kirin. Êrîşên berfireh ên çeteyan ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatin şikandin.
Çavkaniyên leşkerî diyar kirin ku zêdeyî 3 hezar çeteyên DAÎŞ’ê li vê herêmê hene û bi taybetî çeteyên ji Daxistan, Tirkmenîstan, Çeçenîstan û yên ji welatên Ewropayê ne.
Piştî êrîşên berfireh ên DAÎŞ’ê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hejmara hêz û çekên xwe yên giran ên li herêmê zêde kirin. Nûçegihanên ANF’ê dîmenê operasyona hêzên QSD’ê kişandin ku bi çekên giran li çeperên DAÎŞ’ê didin.
Piraniya sivîlên li Hecîn û gundê wê ne, ji herêmên ji aliyê çeteyan ve hatine dagirkirin reviyan û xwe li herêmên QSD’ê girtin.
Çeteyên DAÎŞ’ê sala 2014’an piştî ku Mûsil dagir kir, îdîa kir ku wan xîlafet ragihandine û li Sûiryeyê belav bûn. Piştî ku Reqa dagir kirin, navê xwe weke Dewleta Îslamê ya Iraq-Şamê guherand û îdîa kir ku wan dewlet îlan kirine.
Piştî ku bajarokê Hecînê hate rizgarkirin, wê bakurê Çemê Firatê bi temamî ji çeteyên DAÎŞ’ê paqij bibe.