Di salvegera 8’an a rizgarkirina Şengalê de dewleta Tirk a dagirker careke din êrîş bir ser Yekîneyên Berxwedana Şengalê.

Doh bi şev (13’ê Mijdarê) saet derdora 23.00’an de li nehiya Sinûnê ya Şengalê wesayîta sivîl a ku şervanên YBŞ’ê tê de bûn, bi balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk hate bombekirin.

YBŞ’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama êrişê de 2 şervanên wan, Berxwedan Şengalî û Argeş Feqîr (Seed Xelîl Qasim Çûko) şehîd bûne, şervanek jî birîndar bûye.

Meclîsa Gel a Sinûnê li cihê êrişê daxuyaniyek da û êrîş bi tundî şermezar kir.

Endamên meclîsên gel, TAJÊ, Yekîtîya Ciwanên Êzîdxanê û xelkê Sinûnê li cihê êrişê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê.

Li ser navê koordinasyona TAJÊ Şemê Remo li vir axivî û got:

“Di salvegera rizgarkirina Şengalê de dijmin ev êriş kir. Malên me yên li Başûrê Kurdistanê pêl bi pêl vedigeriyan Şengalê. Ew zarokên Êzidî ku DAIŞ şikandin, di fermanê de çek rakirin û sond xwarin rastî êrişê hatin. Lê çi dibe bila bibe em dest ji dijmin re danaynin, em dest ji doza xwe bernadin. Şehîdên me parçeyek ji laşê me ne, zarokên me ne lê em bi şehîdên xwe serbilind in. Dijmin çi bike jî Êzidî natirsin. Her Êzidiyek li ku derê be wê doza xwe bimeşîne.”

Li ser navê Meclîsa Gel a Sinûnê jî hevserokê meclîsê Seydo Elî wiha axivî:

“8 sal di ser rizgarkirina Şengalê re derbas bûn, xelkê me vedigeriya ser cih û warê xwe. Dijmin naxwaze Şengal aram bibe. Yên ji Şengalê reviyane dixwazin car din Şengalê vegerînin beriya 2014’an. Divê xelkê Şengalê rabe ser xwe û bêje em Şengalê teslîmî kesî nakin. Yên ku Şengal rizgar kirin wê li Şengalê bin. Şengal Şengala me ye.”