Êrişên ku Tirkiyeyê di 17’ê nîsana 2022’an de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên başûrê Kurdistanê dane destpêkirin didomin. Hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeriya tirk re jî dewam e.
PDK’ya ku ji artêşa tirk a dagirker re riyan çêdike, hewl dide şêniyên li herêmê ji cih û warê wan derxîne.
Rojnamevan Baran Germiyanî, geşedanên dawî yên li herêmê nirxandin, diyar kir ku PDK bi valakirina gundan ji artêşa dewleta tirk re qadan vedike.
Rojnamevan got:
“Dewleta tirk li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê 5 cureyên çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar tîne. Ji ber vê gelek kes hatin qetilkirin. Xwezaya herêmê jî ji vê yekê bi bandor dibe. 158 gund hatine valakirin û zêdetirî 600 gund ji ber êrişên dagirkeriyê di bin metirsiya valakirinê de ne. Asayîşa PDK’ê di 17’ê nîsana 2022’yan de hezar û 200 maskeyên gazê desteser kirin, ji bo ku negihêjin gerîlayan. PDK artêşa dewleta tirk a li kêleka baregehên xwe diparêze, rê ji wan re vedike ku ji bo êrişî çeperên gerîlayan bike.”
Germiyanî got:
“Lê stratejiya ku wan armanc kir, ev du sal in nekarîn pêk bînin. Cihê ku dagir kirine jî terk kirine. Nikarin biçin, xitimîne. Li vê herêmê PDK û dewleta tirk bi hev re têk diçin. Ev her du hêz dê nikaribin vî şerî bidomînin. Çimkî ev du sal in tevî xiyanet û piştgiriya PDK’ê jî artêşa dewleta tirk yek gav pêşve neçûye. Ev jî nîşaneya wê ye ku ew di şer de têk çûne.”
Rojnamevan Germiyan ziman ku li herêmê dewleta tirk derban dixwe û wiha pê de çû:
“Tenê di mehekê de li dijî hêzên dewleta tirk 287 çalakî hatine lidarxistin, 205 leşkeran jiyana xwe ji dest daye û gelek çeper û baregeh bi temamî hatine rûxandin. Gelek kamerayên çavdêriyê têk birin û gelek balafirên keşfê hatine xistin.”
Û got:
“Îsal tu helîkopter nehate xistin, tenê 5 helîkopteran derb xwar. Helîkopterên dewletê li nava baregehên PDK’ê dadikevin û gerîla jî naxwaze şerê PDK’ê bike û xwîna kurdan bi destê kurdan birijîne. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê berxwedana xwe ya dîrokî didomîne, li Zap, Metîna û Avaşînê serkeftin nêzik e.”