Mîhrîcana Fîlmên Kurd ku ji aliyê Populaire Film Clup, Komîteya Rojava ya Zurîchê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Zurîchê û Meclîsa Jinê ya Bêrîtan a Zurîchê li bajarê Zurîch ê Swîsreyê pêk tê, bi nîşandana fîlmê “Nanê Pîroz” ê derhêner Rahîm Zahîbî û fîlmê Dartaş ê derhêner Xelîl Sehrager dest pê kir.

Çalakî ji ber salvegera 100’emîn a parçekirina Kurdistanê tê lidarxistin û wê mehekê dewam bike.

Di daxuyaniyê de işaret bi komkujî û qirkirina di nava 100 salî de li Kurdan, Ereban, Suryaniyan, Keldaniyan, Ermenan, Çerkes û Êzidiyan hatin kirin û hate gotin ku armanca şeş dokûmanterên hatine hilbijartin, nîşandana rewşa dîrokî û heyî ye.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin;

“Mijara hevpar a vê meha fîlman ew e ku fîlman bikin yek û bi vî rengî sînoran ji holê rakin. Ji her herêmê wê fîlmek bê hilbijartin. Di mîhrîcanê de wê fîlmên derhênerên kurd ên li ser çand, berxwedan, femînîzm û antî faşîzmê bêne nîşandan.”

Di çarçoveya Mîhrîcanê de wê fîlmên;

Nanê Pîroz, Dartaş, Sara-Jiyana min timî şer bû, My Paradîse ya li ser şoreşa Rojava, Bîr û Şêro Hinde, Love in the Face of Gencîde ya li ser Şengal û Êzidiyan bêne nîşandan.