Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû tevlî bernama Taybet a Medya haberê bû, ligel gelek mijarên girîng ên rojevî, li ser salvegera damezirandina PKK’ê 27’ê mijdarê jî nirxandinên girîng kirin.

Mustafa Karasu wiha got:

Em nêzî salvegera damezrandina PKK’ê; 27’ê Mijdarê dibin. Bi vê wesîleyê em cejna partiyê ya Rêber Apo û gelê me, cejna damezrandinê pîroz dikin. Em Rêber Apo bi rêzdarî silav dikin ku partiya me aniye van rojan û şehîdan jî bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînin. Afirênerê vê partiyê Rêber Apo ye. Rêbertî ji ti kesê rêxistin negirt, derfetek negirt. Tenê ji xwe bawer kir û dît ku gelê Kurd di bin mêtingeriyê de ye. Rêber Apo got, “Kurdistan mêtingeh e.” Lê li gel vê ev jî got,

“Tê xwestin ku Kurdistan bibe qada belavbûna Tirkîtiyê.” Yanî got, tê xwestin ku Kurd werin tunekirin. Bi vê hestê têkoşîn da destpêkirin. Em hemû tevlî Rêber Apo bûn. Tevlî fikrê wî bûn. Dema ku kes tevlî Rêber Apo dibûn, di heman demê de tevlî fikir, tarz, rêveberî û uslubê wî dibûn. Ev gelekî girîng e. Têkîliyên destpêkê bi vî rengî destpê dikin.

Karasu bi berdewamî got:

Ev avabûn karê îrade, sekin û kesayet e. Ji vî alî ve partiya me PKK timî bi Rêber Apo re hat bîranîn. Bi rastiya Rêber Apo hat nasandin. Ji vî alî ve PKK partiyeke rêbertî ye, rastiyeke rêbertî ye. Partî û rêxistinên cur be cur hene; bi demê re parçe bûn, ber bi aliyên cuda ve hatin birin. Lê ne pêkan e ku bi vî rengî li PKK’ê were kirin. Ji ber ku PKK ji avabûna xwe û vir ve, bi kesayet-nasname û ruhê Rêbertî şikil girtiye.

Mustafa Karasu got wê rastiya gel a Rêbertiyê ava kir îro li ber xwe dide û wiha dom kir:

Ji vî alî ve Rêber Apo îro gihiştiye gel, belavî hemû cîhanê bûye û tevî ku komployê gelekî hewldan kir, lê nekarî Rêbertî ji gel qut bike. Rastiya gel a ku ji aliyê Rêbertî ve hatî afirandin, îro li ber xwe dide. Ji ber di ruh û sekna vî gelî de Rêbertî heye, bandora Rêbertî heye, havêynê Rêbertî heye. Ji vî alî ve gelê me tevî hemû zextan li ser piyan dimîne û wê bimîne jî. Niha paradîgmaya Rêbertî belavî hemû cîhanê bûye. Ew dikarin bi her cure êrîşî PKK’ê bikin, dikarin derbe jî li PKK’ê bixin, lê ew ruh, sekin, xet û îdîaya têkoşînê ti carî naşikê, ne pêkan e ku were şikandin.