Rewşa bêagahîtiya ji İmraliyê ev 33 mehin bênavber didome.
Bi pêşengiya sazî û rêxistinên kurd ên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, li dijî tecrîda li İmraliyê çalakiya mezin pêk tê. Di vê çarçoveyê de wê welatî bimeşin navçeya Bursa Gemlîkê ku parêzerên Rêber Ocalan û girtiyên din, dema hevdîtin pêk dihatin, ji bo biçin Grava İmraliyê ji vê navçeyê li ferîbotan siwar dibûn û diçûn.
Ev çalakî bi navê ‘Meşa Mezin’ 18’ê mijdarê bi pêşengiya TJA, MEBYA-DER, TUHAY-DER pêk tê.
Hevseroka MEBYA-DER a Amedê Semîre Akkoç li ser meşê got:
“Divê em vê tecrîdê bişkînin. Xwedî li serokatiya xwe derkevin. Divê hemû cîhan rabe ser piyan. Di 18’ê Mijdarê de em ji çar aliyên Kurdistanê ber bi Gemlîkê ve dimeşin. Me her tişt daye ber çavan. Em bi hev re bimeşin û tecrîdê bişkînin.”
Hevserokê HEDEP’a Stenbolê Mûrat Kalmaz jî got:
“Di vê sedsala duyemîn a girîng de ji bo çareserıya hemû pisrgirêkan û ji bo aştî pêk were divê birêz Ocalan muxatab bê girtin û azadiya wî pêk were. Ji bo azadiya birêz Ocalan û ji bo rakirina tecrîdê beşdariya meşa 18’ê mijdarê girîng e. Rêya aştiyê bi rakirina tecrîdê û bixwegihandina Îmraliyê