Derket holê cezayekî nû yê bo 6 mehên qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hateye birîn.
Ev 33 mehin tu agahî ji Rêber Apo û girtiyên din ên li İmraliyê nayê girtin.
Bi hinceta “ewlehiyê” naveroka biryarê bi parêzeran re nehate parvekirin.
Herî dawî parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê 6’ê mijdara 2023’an ji bo hevdîtinê serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan.
Piştî serlêdanê parêzer hîn bûn ku di 31’ê cotmeha 2023’an de li miwekîlê wan Abdullah Ocalan ji bo 6 mehan cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hatiye birîn.
Bi vê biryara qedexeyê ya dawî re hejmara biryarên qedexeya hevdîtina bi parêzeran re bû 12.
Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê dê li dijî vê biryara qedexeyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bide.