Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan sibê 18’ê mijdarê ji bakurê Kurdistanê ber bi Gemlîkê ve Meşa Azadiyê tê lidarxistin.
Ji bo meşê li bakurê Kurdistan û turkiye ev bi rojane ji aliyê rêxistin û dezgeh û saziyên jinan ve xebat hatin meşandi, civînên gel pêk hatin.
Meşa 18’ê mijdarê ji Bakurê kurdistanê dest pê dike, ji bajarên Tirkiyê jî 19’ê mijdarê wê dest pê bike.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li ser girîngiya meşê axivî.
Kiliçgun Ûçar diyar kir ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd jehrkuja herî xurt a polîtîkayên şer e û got, “Di mijara çareseriyê de jî rêya herî xurt, projeya herî xurt ji aliyê Birêz Ocalan ve tê destnîşankirin.”
Hevseroka DBP’ê got, “Desthilatdariya heyî ne tenê li nava welêt, her wiha li derveyî welêt jî êrîşên li ser destketiyên Kurdan dewam dike. Bi esasî desthiladariya AKP-MHP’ê dixwaze bi polîtîkaya tecrîdê pirsgirêka Kurd li Îmraliyê asê bike. Ji ber ku baş zane fikir û pêşniyarên Birêz Ocalan hem li nava welêt hem jî li Rojhilata Navîn deng vedide û bi cih tê.
Li çar aliyên cîhanê gel, rewşenbîr, sendîka xwedî li Birêz Ocalan derdikevin, ji bo çareseriya demokratîk balê dikişînin ser wî. Lewma li Tirkiyeyê tecrîda ku li ser Birêz Ocalan tê ferzkirin di heman demê de tecrîda li ser îradeya jiyana hevpar û têkoşîna ji bo welatekî demokratîk e. Di rewşa heyî de ji bo muxatabê herî girîng Birêz Ocalan karibe bi rola xwe rabe divê şert bigihê azadiya xwe ya fîzîkî.
Lewma Meşa Gemlîkê ya 18’ê Mijdarê di heman demê de meşa ji bo azadî, wekhevî û demokrasiyê ye. Meşa ji bo avakirina peşeroja me ya hevpar e.