Konferansa “Hunera Azadiyê-Rêxistinbûn û Stratejiyên Berxwedana Kolektîf” a Akademiya Modernîteya Demokratîk li bajarê Basel ê Swîsreyê destpê kir û wê heta 19’ê Mijdarê dewam bike.

Konferans li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li Baselê pêk tê û ji Ewropa, Efrîka, Latîn Emerîka û Asyayê nûnerên gelek rêxistinan tevlî dibin.

Di konferansê de wê krîza modernîteya kapîtalîst, rêyên çareseriya krîzê û perspektîfên çareseriyê bêne nîqaşkirin. Her wiha bi konferansê tê xwestin ku valahiya navbera tevgerên civakî yên li parzemînên cuda bê dagirtin, perspektîfên hevpar bêne berfirehkirin û xetên berxwedanê yên stratejîk bêne avakirin.

Di konferansê de wê paradîgmaya konfederalîzma demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan bê nîqaşkirin.

Bi navê Akademiya Modernîteya Demokratîk Bêrîvan Yîgît axaftina destpêkê kir.

Bêrîvan Yîgît got: “Hêzên ku îro ji çar aliyên cîhanê hatine vê derê, wê tecrûbeyên xwe yên herêmî, girîngiya têkoşîna hevpar û avakirina cîhaneke nû nîqaş bikin. ”

Ji Akademiya Modernîteya Demokratîk Alî Çîçek jî ragihand ku yek ji armancên bingehîn ên konferansê mezinkirina têkoşîna enternasyonalîst e.

Konferans bi panela bi sernavê “Perspektîfên tayînkirina çarenûsa xwe ya neteweyan û di sedsala 21’ê de xweserî” dewam dike.

 

BERNAMEYA KONFERANSÊ

Bernameya roja 2. û 3. a konferansê bi vî rengî ye:

18’ê Mijdarê roja Şemiyê

09:30 13:00 Karên atolyeyê
– Dîrok û berxwedan: Kulîlkên veşartî yên modernîteya demokratîk
-Ji perspektîfa jineolojiyê azadiya jinê û sosyalîzma demokratîk – Di sedsala 21’ê de têkoşîna çînî ya di ser neteweyan re
– Konfederalîzma Ciwanan a Demokratîk: Li dijî modernîteya kapîtalîst di têkoşînê de ciwan
– Demokrasiya Xwecihî û Ekolojî

16:15 18:30 Panel:
Li bakur avakirina xweseriya demokratîk – tecrûbe û fikir

19:00 21:30 Çalakiya çandî

19’ê Mijdarê roja Yekşemê

09:30 11:00 Panel: Fikrê sosyalîzmê – ber bi nûbûnekê ve
– Sedsala 21’ê: Serdema Şoreşa Jinê
– Israra li ser sosyalîzmê israra li ser mirovahiyê ye

11:30 15:30 Rêxistinî û enternasyonalîzm
– Tecrûbeyên altenatîf
– Li Kolombiyayê avakirina hêza gel
– Li Fîlîpînan perspektîfên rêxistinbûna şoreşgerî
– Ji Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê destketî, zehmetî û perspektîf