Dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dike. Doh jî di ajansa ANF de hinek dîmên nû yên dagirkeriyê hatin weşandin.
Di dîmenan tê dîtin Artêşa Tirk a dagirker bi alîkariya PDK’ê hewl dide Girê Amêdiyê dagir bike. Ji bo vê jî PDK bi avakirina baregehek leşkerî ya nêzî Girê Amêdiyê, bi artêşa Tirk re hewl didin Girê Amêdiyê dagir bikin.
Çavkaniyên herêmî jî diyar kirin ku ev baregeha ku PDK ava dike, li sînorê çiyayê Amêdiyê ye û di warê leşkerî û aborî de artêşa Tirk piştevaniyê dike.
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî, li dijî dagirkeran berxwedanek dîrokî dimeşînin û ji bo ku Artêşa Tirk û PDK tevahiya Başûr dagir neke, Gerîlayên Azadiyê bi şev û roj di nava berxwedanek dîrokî de ne.